Заместитель Председателя Ассамблеи народов Казахстана Нурсултана Назарбаева, президент Ассоциации "Барбанг", доктор филологических наук, профессор, академик Князь Ибрагимович Мирзоев направил в администрацию президента Курдистана свое поздравление в связи с успешными парламентскими выборами в Иракском Курдистане.
PÎROZBAYÎ Jİ BO HELBİJARTİNÊD PARLAMENTA KURDÎSTANÊ
Li pey bidawîbûna hilbijartinên vê carê li başûrê Kurdistanê, careke din Kurda serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn. Di rewşa tevlîhev a Rojhilata Navîn da tevî ku Kurd hê ne xwediyê dewleteke serbixwe ne, demokratîkbûna pêngavên wiha li ber çavan eyane. Karên wiha hêzê didin me Kurdên dûrî axa Kurdistanê ku bêtir bi hêvî bîn bo wê roja ku em jî ji xerîbistanê vegerin ser axa bav-kalên xwe Kurdistanê.
Di serî de ez serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî pîroz dikim ku di hemû hevdîtin û axaftinên xwe de li ser rêz û hurmeta partiyên Kurda ji hev re bi îsrar bû. Bila serkeftineke wiha li gelê Kurdistanê yê jîr û şiyar pîroz be ku dîsa bi beşdarbûna xwe a berfireh gerahiyek din di dilê Kurdistana mezin de afirandin. Spas ji hemû partiyên Kurdistanê re ku di hilbijartinên vê carê de dostanî û çanda bi hev re jiyanê baştir ji her carê dane xuyanî kirin.
Li ser navê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ye ""Berbang"" û hemû kurdêd Asîya Navîn bi dil û can vê serkeftina gel di qada hilbijartinên parlementoyê de pîroz dikim!
Em gumanin, ev Yekitîya Kurda wê dijmina hejar bike, û dile her kurdekî cîhaneda nûra azadîye vêxe!
Cîgirê serokkomar rêzdar Nazarbayev N.A. di hêla milletada,
Serokê Yekitîya Kurdên Qazaxistaneye ""Berbang"",
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv
23. 09. 2013
Теги: Князь Мирзоев, Барбанг, Иракский Курдистан, Курдистан, выборы